Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên Îraqê de Pirtir ji 30 Kes Hatin Kuştin


Bexda piştî peqînan
Bexda piştî peqînan
Di encama jimareke peqînan de herî kêm 33 kes li Bexda hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Êrîşên wî rengî li Îraqê zêde bûne, piştî ku hêzên ewlekarî xwepêşandeneke Sunnî li meha Nîsanê tepeser kiribû.

Heta niha 3.000 kes di tundûtûjîya çend mehên dawî de hatine kuştin ku ew yek jî xem û tirsên şerekî mezhebî zêde dike.

Di şerê mezhebî ya sala 2006 û 2007’an de bi hezaran kes kes hatibûn kuştin û Îraq hatibû asta şerê mezhebî ya nevxweyî.

Polîsên Îraqî rahihand ku di peqîna herî kujêr ya îro de otomobîlek li nêzîkî otobusekê li taza Kazimîyah ya Şîayan peqî. Li wê derê 8 kes hatine kuştin, 18 kesên din jî birîndar bûn.

Êrîşa îro yek roj piştî daxuyanîya Serokwezîr Nurî Malikî hat ku soza eciqandina komên xirabkar dabû. Malikjî gotibû ku hikûmeta wî ti car dest ji şerê terorîzmê ber nade.
XS
SM
MD
LG