Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînekê de Dehan Kes li Îraqê Hatine Kuştin


Bombeyeke otomobîlî li bakurê rojhilata Îraqê peqî û herî kêm 27 kes di encamê de hatine kuştin.

Di wan êrîşan de herwiha 40 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîna îro Pêncşemê li bazareke bajarokê Sadiya ya Dîyala qewimî.

Peqîn rojekê piştî êrîşên kujêr yên do Çarşemê hat ku herî kêm 25 kes te de hatibûn kuştin.

Sala 2013 bûye saleke pir kujêr li Îraqê. NY texmîn dike ku pirtir jî 7.500 kes di nav vê salê de hatine kuştin ku piranîya wan jî sîvîl in.
XS
SM
MD
LG