Lînkên eksesibilîtî

Di encama rêze êrîşan de herî kêm 9 kes îro Înîyê li seranser Îraqê hatine kuştin.

Du ji êrîşan li nav û dora paytaxt Bexda qewimîn ku li gorî karbidestan bi kêmî ve 5 kes hatine kuştin.

Karbidest herwiha dîyar dikin ku di êrîşeke din de, 2 polîs û 2 leşker li bajarê Musilê hatine kuştin.

Di peqînên Çarşem û Pêncşemê de bi dehan kes hatibûn kuştin, bi sedan kesên din jî birîndar bibûn.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşan bi ser xwe ve negirtîye.

Sala 2013 bûye saleke pir kujêr li Îraqê. NY texmîn dike ku pirtir jî 7.500 kes di nav vê salê de hatine kuştin ku piranîya wan jî sîvîl in.
XS
SM
MD
LG