Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Çend Peqînên Îraqê de Dehan Kuştî û Birîndar Hene


Di çend peqînan de herî kêm 22 kes li Baxda ya paytaxta Îraqê hatine kuştin û pirtir jî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Peqîn îro Çarşemê li nêzîkî Herêma Kesk qewimîn ku 2 otomobîl li dervayê Wezareta Derve hatin peqandin.

Di qewimandinên cihê de, êrîşvanekî xwekuj xwe li nêzîkî xwaringehekê peqand û yeke din jî Meydana Khilani ya navenda Bexda çêbû.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşan ser xwe ve negirt, lê peqînên wî renhî gelek caran jî alîyê el Qayde ya Îraqî têne kirin.
XS
SM
MD
LG