Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerê Îraqê Operasiyona Rizgarkirina Hît û Kubêse Destpêkir


Leşkerên Îraqê, di dema rizgarkirina bingehên Daiş ê de, li Parêzgeha Enbar.

Operasiyona rizgarkina qeza Hît û nahiya Kubêse, yên ku, girêdayî parêzgeha Enbar in, li rojavayê Îraqê dikevin aliyê rojavayê bajarê Remadî, operasiyon bi akîkariya êrîşên esmanî û topbaranê hatiye destpêkirin, weke destpêk karbidestên Îraqî dibêjin, herêma Cibe ya nêzîkî qeza Hît hatiye rizgarkirin.

Malpera fermî ya wezareta berevaniya Îraqî, radigehîne, ku wezîrê berevaniyê Xalid El-Ubeydî gihaye bajarê Remadî, da ku rasterast operasiyona rizgarkirina nahiya Kubêse û Hît bişopîne û civîna li gel fermandarên leşkerî, hêzên Eşayir û yên Heşid El- Şaabî encam bide.

Wek tê zanîn piraniya parêzgeha Enbar li rojavayê Îraqê ketbû jêr kontrola çekdarên Daiş, lê piştî rizgarkirina navenda bajarê Remadî, tê gotin ku Daiş li herêmê lawaz dibe û ciyên li jêr kontrola wê de ji aliyê hêzên Îraqî de û bi alîkariya êrîşên esmanî yên hevpeymana nav netewî ya şerê li dij Daişê tên rizgar kirin.

XS
SM
MD
LG