Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê Jibo Girtina Bajarokê Hît Rastî Berhingariyek Xûrt Tê


Ev hefteyeke êrîşa artêşa Îraqê jibo girtina bajarokê Hît li parêzgeha Anbar hatiye destpêkirin, lê heta niha ne gihane navenda bajêr.

Berpirsên artêşa Îraqê yên serperiştiya operasiyona girtina Hît dikin dibêjin, yekîneyên wan rastî bervaniyek xûr tên, çekdarên Daişê hemû hêza xwe bikar tîne, da ku, artêşa îraqê bajar kontrol neke.

Serleşker Hîşam al-Jabirî dibêje" Hêzên wan yên Îraqî yên dijî terorê serê sibê rastî topbaranek dijwar hatin, çekdarên dewleta Îslamî, bi trombêlên bombekirî û bi çalakiyên xwekûjî astengiyan dixin di riya pêşveçûnan girtina bajêrê Hît de, yê dikev ser lêva Rûbarê Firat, li rojavayê Îraqê".

Bajarê Hît giringiya xwe ya leşkerî heye, jiber ku, dikeve ser riya hatin û çûyina çekdarên Daiş yên li Îraq û Sûriyê û riya sereke ya navber herdû welatan kontrol dike.

Piştî rizgarikirina bajarê Ramadî navenda parêzgeha Anbar ji çekdarên Daiş, artêşa Îraqê bi alîkariya êrîşên esmanî yên hepeymanan hewil dide hemû bajarên sînorî yên li rojavayê Îraqê ji çekdarên Daişê paqij bike.

XS
SM
MD
LG