Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bajarê Hît ji Çekdarên DAIŞê Hat Rizgarkirin


Kenalê fermî yê hikûmeta Îraqê al- Îraqiyah û ajansan ragihandin ku, roja Înê hêzên dije teror yên îraqê bi hevkariya hêzên esmanî yên hevpeymaniya navnetewî bi serokatiya Amerîka gihane navenda bajarê Hît li rojavayê îraqê û alayê Îraqê liser avahiyên bajêr hildan e.

Serokatiya operasiyonên hevbeş di daxuyaniya xwe de ragihand ku, hêzên wan yên dije teror û Lîwa 73an û tabûra 16an roja înê gihane navenda bajêr, bi hezaran welatî ji destên Daişê rizgar kirin e.

Daxuyaniya serokatiya operasiyona hevbeş dibêje, niha leşkerên wan herêmên dewruberê bajêrê Hît ji bermayên çekdarên Daişê paqij dikin û bang li welatiyan dikin ku, ji ciyê çekdarên Daiş lê hene xwe bidûr bikin.

Bajarê Hît girêdayî parêzgeha Anbar ya rojavayê Îraqê ye, girtina bajarê Hît dê hatin û çûyina çekdarên Daiş ji Îraqê bu Sûriyê bi zehmet bêxe, riyên sereke yên liv û tevgerên çekdarên Daiş di navbera Sûriye û Îraqê de, heta astek bilind dê bên kontrolkirin.

XS
SM
MD
LG