Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hêzên Îraqî Digehin Rojhilatê Bajarê Mûsil


Ajansa Reuters şeva Sêşemê ji rojhilatê Mûsil ragihand ku hêzên Îraqî bo cara yekê xwe gihand nava hind taxên rojhilatê bajarê Mûsil, bingeha herî dawiyê ya çekdarên radîkal yên Dewleta Îslamê (DAIŞ)ê.

Weke nûçegihanê Reuters radigehîne ku serfermandarên hêzên Îraqî gotiye, roja Duşemê hind hêzên wan yên taybet xwe gihande herêma Gogcelî ya sînayî li rojhilatê bajarê Mûsil û hêzek din gihane gundê Bizwaye, nûçegihanê Reuterd dide zanîn ku, wan ji dûratiya çendîn kîlometran dîtiye, dûkel ji herêmeke pirî avahî bilind dibe, yek ji serkirdeyên leşkerî gotiye ew dûkel ji encama şerekîye li taxa Al-Kerame di nava bajarê Mûsil de.

Berî pêzanînên nûşegihanê Reuters, serfermandarê hêzên dije teror lîwa Abdukxenî al-Asadî jibo kenalê fermî al-Iraqiye ragihan ku, wan hêzêke taybet hinartîye taxê al- Kerame, li dij çekdarên DAIŞ şer dikin.

Ev şerên nava Mûsil piştî du heftiyan ya destpêkirina operasiyona rizgarkirina bajarê Mûsil hat, piştî hêzên leşkerê Îraqê û hêzên Pêşmergên herêma Kurdistanê bi alîkariya hevpeymanan dewrûberên bajarê Mûsil ji çekdarên DAIŞê rizgarkirîn.

Li aliyekê din jêderekî Îstîxbaratî yên hêzên Pêşmergên kurdistanê daye xuyakirin ku, li taxa Eden li hemberî taxa Al-kerame 7 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û dû trombêlên wan hatine jinavbirin.

Herweha Reuters li gur çavkaniyekê Îstîxbaratî yê Kurdî dibêje, hejmareke endamên serhildêr yên bajarê Mûsil, êrîş birine ser bingehekê polîsên DAIŞê li taxa Întîsar li başûrê taxa al-Kerame, piştî êrîşê çekdarên DAIŞê ji tirsa serhildanekê li kolanan belav bûne, lê Reuters nikariye vê yekê piştrast bike, herçende hikûmeta Îraqê û hevpeymanên wan ji xelkê Mûsilê bi hêvîne ku li dij çekdarên DAIŞ serhildin, çekdarên sala 2014an bajarê Mûsil dagîrkirî û dewleta xîlafetê lê ragihandî.

XS
SM
MD
LG