Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraqê Dibêje Ewê Parastina Bingehên Hêzên Amerîkî Xurt Bike


Leşkerên Amerîkî li bingehea Qeyara li başûrû Mûsilê (Arşîv)
Leşkerên Amerîkî li bingehea Qeyara li başûrû Mûsilê (Arşîv)

Berdevikê artêşa Îraqê General Yahya Resûl îro Duşemê ragihand ku êrîşên dijî bingehên leşkerî yên Amerîka li welêt nayên qebûl kirin û hêzên ewlekarîyê wê li dû êrîşkaran bin.

"Êrîşên ser bingehên Îraqî yên ku şêwirmendên hevpeymanîya navnetewî lê hene, nayên qebûlkirin. Ew ser vexwandina hikûmetê li vir in."

Resûl da zanîn ku serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa El-Sudanî ferman daye sazîyên ewlekarî yên welat ku li dû wan êrîşkaran bikevin û rê li ber egera ku hewleke ku zararê bide ewlekariya niştimanî ya welêt bigirin.

Daxuyanîya Resûl yê ku hevdem berdevikê El-Sudanî ye jî îro hat, piştî
êrîşên bi rokêt û dronan dijî bingehên leşkerî ku hêzên Amerîkî û yên navnetewî yên din lê dimînin, zêde bûn.

Tê bawer kirin ku ew êrîşana ji alîyê komên bi piştgirîya Îranê ve hatine kirin.
Tenê di nava hefteyekê de sê bingehên leşkerî (Eyn el-Esad li rojava, bingeha li nêzî firokexaneya navnetewî ya Bexdayê û bingeha Herîr ya li Hewlêrê) bi roketên Katyuşya û dronan hatin êrîş kirin.

"Ser fermana serokwezîr El-Sudanî emê jibo astengkirina êrîşên zêdetir tedbîrên ewlekarî yên pêşîgir xurt bikin," General Resûl got.

Komên çekdar yên Îraqî yên girêdayî Îranê gef xwarin ku ger Washington bo piştgirîya Îsraîlê li Gaza têkeve şer, ewê bingehên Amerîkî bi mûşekan û dronan bikin armanc.

Ji destpêka şerê navbera Îsraîl û mîlîtanên Hemasê yên li Gazayê ve, êrîşên dijî hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyê zêde bûne.

Wezareta Derve ya Amerîka, piştî êrîşên dawî yên li ser leşker û karmendên Amerîkî li herêmê, do Yekşemê hiyarî dabû ku hemwelatîyên Amerîkî ku nerin Îraqê, .

Li Îraqê 2500 û li Sûrîyê jî 900 hêzên Amerîkî hene, ku erka wan ya serekî di şerê dijî Dewleta Îslamî ( DAIŞ) de şewirmendî, alîkarî û perwerdeya hêzên xwecîhî ye.

Jêder:Reuters, AP

XS
SM
MD
LG