Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Bahozên Toz û Qûm Dibe Sedema Pirsgirêkên Mezin


People are seen on a road Sunday during a sandstorm in Iraq's capital, Baghdad, Iraq, May 1, 2022. Iraq was yet again covered in a thick sheet of orange as it suffered the latest in a series of dust storms that have become increasingly common.

Karbidestên saxlemîyê yên Îraqê îro Pêncşemê dîyar kir ku jiber hejmarekî bahozên tozê yên li naverast û başûrê welêt, bûne sedema pirsgirêkên behngirtinê.

Karbidestên saxlemîyê dan zanîn ku bi hezaran Îraqî bo dermankirinê çûne nexweşxaneyan.

Karmendên nexweşxaneyên li gelek hereman ragihandin ku herî kêm 3 hezar kesan di bahoza doh şev de bo alîkariya bijîşkî serî li nexweşxaneyan dane.

Bahoza tozê ya herî dawî doh şeva Pêncşemê destpê kir û ser paytext Bexda û gelek heremên din tebeqeyeke tozê yê qalin ava kir.

Li Îraqê di van salên dawî de gelek bahozên ba, toz û qûmê pêk tên, bi taybet jî di nav çend hefteyên dawî de.

Piraniya Îraqîyan dibêjin ku nayê bîra wan ku di demeke ewqas kin de hejmareke wiha bilind ya bahozan pêk hatiye.

Ji alîyê din ve, havînên Îraqê her ku diçe germtir dibin û di du salên borî de germahîyên rekorî yên wek 52 dereceyî hatine tomar kirin.

Pişesazîya çandinîyê ya Îraqê, ya ku bi giranî girêdayê çemên Firat û Dîcle ye, ji ziwabûn û zêdebûna germê zarar dîtiye.

Li gor Neteweyên Yekbûyî (NY), demsala baranê ya 2020-2021'an ya Îraqê, di 40 salên dawî de demsala duyê ya herî zuwa bû.

XS
SM
MD
LG