Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îraqê ji Hikûmetê Dixwaze Bersîvdana Biryara Trump Bide


Parlemana Îraqê îro Duşemê deng da ku daxwaza tolhildanê ji biryara Serokê Amerîkî Donald Trump ya qedexekirina hatina hemwelatîyên Îraqî ji Amerîka re bike.

Ajansa Reuters ji zarê karbidestekî Îraqî ragihand ku Wezîrê Derve Îbrahîm Caferî plan dike ku li ser wê mijarê bi balyozê Amerîkî yê li Bexda gotûbêj bike.

Biryara Trump li Îraqê, ku nêzîkî 5,000 leşkerên Amerîkî li hene û bi hêzên Îraqî û pêşmergeyên Kurd dijî DAIŞ’ê şer dikin, bûye sedema nerazîbûnan.

Hin parlamenterên Îraqî dixwazin ku hikûmet bi heman rêbazan bersîvdana Amerîka bide û hatina hemwelatîyên ji Îraqê re asteng bike.

Hêjayî balkişandinê ye ku fermana qanûndêr (executive order) ya Trump hatina penaber û mirovên ji heft welatên piranî Misilman qedexe dike.

Li gor fermana qanûndêr wergirtina penaberan jibo 120 rojan tê cemidandin û qedexeya 90 rojan li hemwelatîyên Îraq, Îran, Sûrîye, Somalî, Sudan, Lîbya û Yemenê tê danan.

XS
SM
MD
LG