Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Navbera Polîsên Îraqî û Hêza Şîayan de Jimareke Kes Birîndar Bûn


Di encama pevçûnên navbera polîsên Îraqê û endamên hêza Harakat al-Nujaba ya Şîayan de jimareke kes birîndar bûn.

Pevçûnên ku li taxa Zafaraniya ya başûrê Bexda qewimîn, nêkîzî du demjimêr berdewam kirin û her di alî teqe li hev kirin.

Karbidestên Îraqê ragihand ku alozî piştî ku hêzên ewlehî endamekî Harakat al-Nujaba desteser kir, destpê kir û dû re endamên Nujaba jî avêtiye ser bingeha polîsan ku endamê xwe serbest bikin.

Karbidestên Îraqê da zanîn ku di pevçûnan de polîsek û hemwelatîyekî sîvîl bûn û rêvevirekî bilind yê Şîa hîn jî desteserkirî ye.

XS
SM
MD
LG