Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Îraqî: DAIŞ Tenê 7 ji Sedê Îraqê Kontrol Dike


Berdevkê artêşa Îraqê General Yahya Resûl dibêje ku DAIŞ li Îraqê lawaztir bûye û niha tenê heft ji sedê axa Îraqê kontrol dike.

Resûl bal kişand ku DAIŞ niha çaryek ji axa ku di 2014’an de bin destê wê de bû, kontrol dike. Resûl bi bîr tîne ku hîngê 40 ji sedê axa Îraqê di destê wê koma tundrê de bû.

DAIŞ di 2014’an de Mûsil xistibû bin kontrlola xwe û dû re li Îraq û Sûrîyê herêmên bin kontrola xwe berfirehtir kiribû.

Hêzên Îraqî û yên koalîsyonê, çend meh in ku operasyonê didomînin ku Mûsil û deverên din yên destê DAIŞ’ê azad bikin.

XS
SM
MD
LG