Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Protestoyên Nerazîbûnê Jimareke Xwepêşander li Bexda Birîndar Bûn


Xwepêşandanên nerazîbûnê yên dijî hikûmetê berdewam dikin (Arşîv)

Di xwepêşandanên nerazîbûnê yên dijî hikûmetê de polîsên Îraqî dijî xwenîşanderan gaza îsotê, ava şidandî û guleyên rastîn bi kar anîn û jimareke xwepêşanderan birîndar kirin.

Xwepêşanderên Îraqî derekin kolanan ku bêkarî, dizî û pere xwarina ji alîyê karbidestên dewletê û lawazbûna xizmetkarî protesto bikin.

Dora 3,000 xwenîşander xwest ku ji ser pira ku Bexda bi Devera Kesk ve girêdide têkevin wê deverê ku avahîyên hikûmetê û balyozxaneyên bîyanî li wê derê cîh digirin.

Rojnamevanên Reutersê ragihand ku hêzên ewlekarîyê ku rêyên pêş xwenîşanderan blok kiribûn ku nehêlin ew pêşde herin, lê xwenîşanderan nexwest ji hev belav bin û bûn armanca maytekirina polîsan û hinek ji wan birîndar bûn.

Îraq ji sala borî heta niha dibe qada xwepêşandanên nerazîbûnê jiber ku bêkarî, xizanî û xizmetguzarî gelek belave ye.

XS
SM
MD
LG