Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq: Herî Kêm 80 di Çemê Dîcle de Fetisîn


Li Mûsil ya Îraqê ferîbota bo gera turîstîk ya Newrozê diçû Girava Umm Rabaen noqî avê bû û bi kêmî ve 80 kes jîyana xwe ji dest dan.

Jêderên herêmî radigihînin ku di ferîbotê de bi qasî 200 kes hebûne û piranîya wan jin û zarok bûne.

Karbidestên Îraqê dîyar dikin ku 67 kes ji Çemê Dîcle bi saxî hatine derxistin.

Li herêmê xebatên lêgerînê didomin.

Li Îraqê jiber vê bûyerê sê rojan şîna hate ragihandin.

XS
SM
MD
LG