Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlamana Îraqê bo Dîyalogê Bang li Nûnerên Xwepêşandaneran Dike


Li Îraqê protestoyên dijî hikûmetê sê roj in bê navber dewam dikin.

Di protestoyan de heta niha bi kêmî ve 33 kes hatine kuştin û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Xwepêşandanên ku ne girêdayî kom û kesan e, bi piranî li Bexda û bajarên li başûr Şîa li dar dikevin.

Ajansa fermî ya Îraqê ragihand ku Serokê Meclîsê Muhamed El Halbusî, bo dîyalogê nûnerên xwepêşandaneran vedixwîne meclîsê.

Xwepêşander dîyar dikin ew dijî xizmetên hikûmetê û perexwarin û bertîlê dadikevin qadan.

Amerîka û jimareke din yên welatên Ewrupî bo Îraqê banga aramîyê dikin û ji hêzên hikûmetê û xwepêşandaneran dixwazin ku dûrî tûndûtûjîyê tevbigerin.

XS
SM
MD
LG