Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îraqê: Operasyona Hewîce Ket Qonaxa Dawî


Artêşa Îraqê bi daxuyanîyekê ragihand ku bo Hewîce ji çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) bistîne, îro Çarşemê dest bi qonaxa dawî ya operasyonê kiriye.

Hêzên Îraqî, du roj piştî sitandina Bingeha Esmanî ya Reşad, ku 30 kîlometre li başûrê Hewîce dimîne û ji aliyê çekdaran wek kampeke perwerdahîyê dihat karanîn, operasyona Hewîce domand.

Operasyona Hewîce di 21’ê Îlonê de destpê kiribû.

Li Îraqê xêncî Hewîce, herêmeke ku di ber sînorê Sûrîyê re dirêj dibe, di destê DAIŞ’ê de maye.

Xîlafeta ku DAIŞ’ê ragihandibû, piştî ku hêzên İraqî Mûsil ji dest çekdarên rêxistina tundrê derxist, bi berfirehî têk çû.

XS
SM
MD
LG