Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komisyona Bala Ya Hilbijartinan li Îraqê Encamên Dawî Yên Dengdanê Radigihîne


Meydana Tehrîr li Bexda
Meydana Tehrîr li Bexda

Komisyona Bala Ya Serbixwe Ya Hilbiajrtinan li Îraqê, nîv-şeva borî encamên dawî yên hilbiajrtinên pêşwext li Îraqê raginadin ku roja Yekşema borî di nava tedbîrên ewlekariyek tund de pêkaht bûn.

Piştî ku encamên destpêkê hatin weşandin, hin hêzên şîia yên alîgirên Îranê encamên hilbijartinan bi temamî red kirin.

Serokê Komisyona Bala ya Hilbijartinan Dadger Celîl Ednan di preskonferansekê de ku li Bexda li zona Kesk encam dabû gotbû "Ev encamên destpêkê ne, dikar rastî ta’inan bihên. " Û got ku nêzîkahiya wan bo hemî hêzên Îraqî û berbijêrên beşdarên hilbijartinan wek heve, wî da zanîn ku rêjeya giştî ya beşdariya di hilbijartinan de 43% ye.

Piştî ku Komisyonê dengên hemî bingeh û navendên dengdanê li sernaserî Îraqê bidest hijmartîn, ragihand ku dengên bi rêya elektronî gehiştine komsiyana wan û yên bidest hatine hijmartin wek hevin û derî bo skala û tane danê jî vekirîye.

Di hilbijartinên pêşwext yên Îraqê de 83 bazneyên dengdanê hebûn, ew bazine hatbûn dabeşkirin li ser 8,962 navendên dengdanê û ew navend jibo 57,944 bingeh-êstegên dengdanê hatbûn rêxistin.

Di encamên ragihandî de ji aliyê Komisyona Bala ya Hilbijartinan de, li Îraqê Sadrîyên bi serokatiya kesayetiyê olî Muqteda El-Sadir aliyê herî serkeftî û zêdetir kursî bidest xistine ku hejmara kursiyên parlemenê bidest xistîn 73ê kursî ne.

Lîsta Pêşketin- Teqedum ku serokê berê ya parlemena Îraqê Mihemd Halbosî serokatiya wê dike 37 kursî bidest xistien.

Lîsta dewleta Yasa ya ku serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî El-Malikî serokatiya wê dike 34 kurdsî biset xistin.

Partî Demokratî Kurdistan ku Masûd Barzanî serokatiya wê dike 33 kursî qezenc kirine.

Lîsta Hevpemaniya Kurdistan (Yekîtî Niştîmanî Kurdistan - YNK)ê, di encamên herî dawî de yên komsiyona bala weşandî 17 kursî bo parlemena Îraqê bidest xist bûn.

Herwiha Hevpeymaniya Al-Fetih ya ku Hadî Al-Amirî serokatiya wê dike û weke aliyê nêzêkî Îranê tê naskirin 17 kursî bidest xistine û lîsta Al-Azim ku kesayetiyê Sûnî û Karsazê Îraqî Xemîs Xencer serokatiya wê dike 14 kursî bidest xistin.

Herwiha Generasona Nû – Newey Niwê ya ku Şasiwar Abdulwahid serokatiya wê dike 9 kursî bidest xistine û Yekgirtûya Îslamî 4 kursî û Komela dadgeiryê jî yek kursî bo parlemena Îraqê qezenc kirîye.

Ev jî navê çend lîst û pêkhateyên dî yên Îraqî ne , ku beşdarî di hilbijartinan de kirbûn û encamên bidest xistîn weha bûn:

Dirêjepêdan – Îmtîdad, 9 kursî

Îşraqet Kanûn, 6 kursî

Eqida Niştîmanî, 5 kursî

Tesîmîm, 5 kursî

Hevpeymaniya Hêzên Dewletê, 4 kursî

Gel Nasnameya Meye, 3 kursî

Tevgera Yekalîker, 2 kursî

Di ragihandina dawî ya derbarê hilbijartinan û encaman de, komsiyan bilind gotiye di hilbijartinên pêşwext yên roja Yekşemê de dengdan pêkhatî van aliyên jêr her yekî ji wan yek kursiya parlemenê bidest xistîye; Hiqûq, Welatê Min Niştîmana Mine, Rewta Furateyn, Projeya Niştîmanî, Tecemûî Sened, Wefa, Guharnkarî, Nehca Fezîle, Berhemê Niştîmanî, Eniya Turkmenan, Hevpeymaniya Erebî, Xwedî Hêvî, Şiyanên Niştîman, Partiya Niştîman, herwiha welatiyên Wasit..Her yekî ji wan kursiyek bidest xistîye.

Li gor daxuyaniya komisyona Bala ya Hulbijartinan 40 berbijarên serbixwe di hilbijartinan de biser ketine û bo parlemenê hatine hilbijartin.

XS
SM
MD
LG