Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşanderên Îraqî Agir Berdan Konsulxaneya Îranê


Li Necef ya li başûrê Îraqê, xwenîşanderan agir berda konsulxaneya Îranê.

Fermandarîya Operasyonan ya Necefê bi daxuyanîyeke nivîskî dîyar kir ku li seranserê bajêr qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Hîn nayê zanîn ku qedexe dê çiqas dem bidome.

Xwenîşanderan li Necefê berê jî agir berdabûn konsulxaneya Îranê.

Protestoyên li Îraqê di 1’ê Cotmehê de jiber kêmbûna xizmetên dewletê, perexwarin û bêkarbûnê destpê kiribûn.

Di protestoyan de heta niha pirtirê 300 kes hatine kuştin û bi qasî 15,000 kes jî birîndar bûne.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG