Wezareta Derve ya Îraqê îro Pêncşemê ragihand ku balyozê Îranê hatiye vexwendin bo wezaretê û gilîyek dîplomatîk ya fermî hatiye pêşkêşkirin derbarê êrîşên Çarşemê li herêmên Kurdistana Îraqê.
Wezaretê êrîşên artêşa Îranê wek tawan bi nav kir û bi tundî şermezar kir. Wezareta Derve herwiha destnîşan kir ku êrîşên Îranê nûnertîya berdewamîya destdirêjîya hêzên Îranê li ser serwerîya Îraqê dike.
Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) do Çarşemê bi mûşek û dronan bingeh û navendên partîyên Kurdên Îranê li nav Herêma Kurdistanê bomberan kirin. Topbarana Îranê îro Pêncşemê jî didomin.
Di encama êrîşên kujer yên artêşa Îranê de herî kêm 18 kes hatin kuştin û û bêtirî 50 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Derve ya Îraqê di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku di nava kuştîyan de sivîl jî hene.
Wezaretê bi berdewamî ser bertekên neyînî yên jiber êrîşan hişyar kir, ser "aştiya civakî ya her du welatan û ser ewlehî û aramîya herêmî."
Artêşa Îranê di bomberanan de navend û bingehên Partîya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDKI) û hinek partîyên din wekî Komele û Partîya Azadî li Koyê û çend deverên din dike armanc.
Ev êrîş di demekê de ne ku xwepêşandanên li seranserê Komara Îslamî didomin, bi taybet li herêmên Kurdan, piştî kuştina keça Kurd Jîna (Mahsa) Amînî ya 22 salî li Tehranê di 16 de Îlonê de ser destê polîsê Îranê.