Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hezên Îraqî Dehan Muşekên bi Serikên Kîmyayî Girtin


Di vê fotoya arşîvê de çekên kîmyayî li esmana bajarokê al-Alam xwane dibin
Di vê fotoya arşîvê de çekên kîmyayî li esmana bajarokê al-Alam xwane dibin

Karbidestên Îraqî radigihînin ku hêzên Îraqî bi dehan muşekên bi serikên kîmyayî di bengeheke DAIŞ’ê de li Ramadî girtin.

Li gorfermandarên Îraqî ew serik li Bexdayê hatine çêkirin û bi gaza xardelê hilgirtî ne.

Di meha Gulanê de rêxistinên navdewletî hişyarî dabûn ku çekên kîmyayî di dest DAIŞê de hene.

Serokê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) Ahmet Uzumcu got ku DAIŞ berî niha çekên kîmyayî li Sûrîyê û Îraqê bi kar anîn.

OPCW civata navnetewî hişyar kir ku kanîna DAIŞ’ê û grubên din yên tûndrê li Îraq û Sûrîyê heye ku çekên kîmyayî saz bikin.

XS
SM
MD
LG