Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî Hişyarî Dide ku Krîza Sîyasî Dikare Zîyanê Bigehîne Şerê Dijî DAIŞ'ê


Parlemana Îraqê

Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî îro Înê hişyarî da ku krîza sîyasî ya heyî dikare zîyanê bigehîne şerê dijî DAIŞ'ê.

Ebadî ku ji qonaxeke girîng derbaz dibe, hewleke mezin dide ku kontrola hikûmetê di destê xwe de bihêle.

Wî soza berdewamkirina reformên dijî dizî û perexwarinê da û got ku ewê nehêle ku cudabîrîyên heyî welêt ber bi paşerokeje nedîyar ve bibe.

Parlemana Îraqê, di nav xwepêşandanên berdewam yên qanûndanêran de, do Pêncşemê careke din civîyabû.

Serokê parlemanê Salim el-Ciburi daxwaza qedandina rûniştina Çarşemê kiribû, piştî ku dengdana ser kabîneya nû hatibû paşxistin û qanûndanêr şerî hev kiribûn.

Hate ragihandun ku parlemana Îraqê di civîneke awarte de sibe Şemî careke din kom dibe ku bigiheje rêkeftinekê.

Ebadî meha borî lîsta wezîrên nû raberî parlemanê kiribû, rê pêşnîyarên wî rastî nerazîbûnên xurt hatibû, jiber ku blokên sîyasî dixwazin kesên xwe berbijar bikin.

Ebadî bang li bîragiştî kiribû ku divê hikûmeta nû ji pisporan pêk were, ne li or daxwaza kom û partîyên sîyasî, lê alîyên sîyasî wê yekê napejirînin.

Xwepêşandanên berdewam girseyî Qanûndanêrên ku tev li protestoya rûniştinê bûbûn, daxwaza karvekêşana Serokwezîr Heyder Ebadî û kabîneya wî ya nû kiribûn.

Gelek Îraqî endamên parlemanê tawanbar dikin ku tuşî dizî û perexwarinê bûne û kêşeyên ku Îraq rûbirû bûye, xirabtir kirine.

XS
SM
MD
LG