Wezîrê Derve yê Îraqê Muhamed Alî El - Hekîm jiber şewitandina Konsulxaneya Îranê ya li Necefê ji rêvebirîya Tehranê lêborîn xwest.
Wezareta Derve ya Îranê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Wezîrê Derve Muhamed Cevad Zarîf û hevtayê wî yê Îraqî El - Hekîm bi rêka telefonê axifîne.
Li gor daxuyanîya Wezareta Derve ya Îranê, El - Hekîm ser berevanîya dîplomat û mîsyonên dîplomatîk garantî daye.
Bi sedan xwenîşanderên, roja Çarşemê Konsulxaneya Îranê ya li Necefê şewitandibûn û li wî bajarî qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.
Ajansên navneteweyî didin zanîn ku li Necefê bi kêmî ve 14 xwenîşander hatine kuştin.
Prtoestoyên dijî hikûmeta Îraqê, jiber perexwarin, xizmetên kêm û bêkarbûnê, di 1’ê Cotmehê de destpê kiribûn.