Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraqê Hejmara Kesên ku di Tundîya Xwepêşandanan de Hatine Kuştin Blind Dibe


Iraq protest

Di xwepêşandanên nerazîbûnê yên berdewam de kesek li bajarokê Rifaî ya nêzî bajarê Nasirîya hate kuştin, piştî ku şeva borî 11 kesên din li seranser Îraqê jîyanên xwe hinda kiribûn.

Polîsên Îraqî got ku xwepêşanderên ku di destê wa de çek hebûn, îro sibeh êrîş birin ser wan. Polîsan dîyar kir ku 5 ji wan polîs, bi giştî 50 kes di tundîyan de birîndar bûn.

Dîsa li seranser Îraqê bi sedan kes di xwepêşandanên nerazîbûnê yên dijî hikjpmeta Îraqê de hatine birîndar kirin.

Li gor ajansa Reutersê, hejmara giştî ya kesên ku di encama tundî û tûjîya di xwepêşandanan de hatine kuştin, giheştiye herî kêm 19 kesan.

Hikûmeta Îraqê li paytext Bexda qedexeya derketina kolanan ragihand ku bikaribe pêş lî xwenîşandanan bigire.

Dîdevanan ragihand ku rêyên serekî û qadên giştî yên civakî ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hat kontrol kirin û polîsan bi guleyên rastîn hewil dan ku xwepêşanderan ji hev cihê bikin.

Nûçegîhanên Reutersê bal kişand ku rûniştvanên Bexda, hember îhtîmala zêdebûna buhayên pêdivîyên bingehîn, li pêş supermarketan ketine nav dorên dirêj ku tiştên pêdivî bikirin.

XS
SM
MD
LG