Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adil Abdul Mehdî û Mihemed Bîn Salman bi Telefonê Ser Rewşa Îraqê Peyîvîn


Mehdî di merasîma Silêmanî de xwane dibe
Mehdî di merasîma Silêmanî de xwane dibe

Ofîsa Serokwezîrê Îraqê Adul Abdul Mehdî îro Şemîyê ragihand ku Mehdî îro bi telefonê ligel Prensê Cîgir yê Saudî Mihemed bîn Salman, derbarê rewşa Îraqê û babaetên herêmê peyîvî.

“Ji serokwezîr Adul Abdul Mehdî re, ji Prensê Cîgir yê Saudî Mihemed bîn Salman telefon hat û her du dijwarîyên ku Îraq rûbirû ye gotûbêj kirin û bal kişandin ser pêdivîya nermkirina girjî û alozîyan,” daxuyanîya nivîskî ya ofîsê ragihand.

Generalê Îranî Qasim Silêmanî yê qaumandarê Hêza Qudus ya Pasdaran di êrîşekê Amerîkî de hatibû kuştin û ew yek ji hêla Mehdî ve wek kiryareke neyarane hatibû nav kirin.

Amerîka roja Înê ragihandibû ku ewê wek pêşîgirtina gefên hember hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn, 3,000 leşkerên din bişîne wê herêmê.

XS
SM
MD
LG