Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derîyê Ararê yê li Sînorê Îraq û Erebistana Saudî Piştî 30 Sal Vedibe


Îraq û Erebistana Saudî, derîyê sînor yê li Ararê piştî 30 salan bo bazirganîyê vekirin. Derîyê sînor yê li Ararê, di sala 1990’î de, piştî Îraq ketibû Kuweytê hatibû girtin.

Hin karbidestên Îraqî û Saûdî, ku di nav wan de Balyozê Erebistana Saudî yê li Bexda Abdulazîz Alşamrî jî hebû, roja Çarşemê li derîyê sînor vekolîn kirin.

Balyozê Erebistana Saudî yê li Bexda Abdulazîz Alşamrî dîyar kir ku vebûna derîyê li Ararê serketinek e.

Alşamrî dîyar kir ku ew bo peywendîya bazirganî ya her du dewletan kêfxweş in û dîyar kir ku ewê di ser derîyê Ararê re hin serdanên her du dewletan jî çêbin.

Rîyad hewil dide ku rê li ber bandora Îranê ya li herêmê bigire û Bexda bikişîne hêla xwe û Bexda jî dixwaze bi cîranê xwe yê li başûr re peywendîyên xurttir yên aborîyê çêke.

Erebistana Saudî û Îraq di sala 2015’an de dest bi danûstandinên bo nêzîkbûnê kiribûn ku Saudîyan piştî 25 salan li Bexda jinûve balyozxane vekiribûn.

Rîyad û Bexda, di Tîrmeha borî de jî ser enerjî û sporê hin peymanên aborî îmza kiribûn.

XS
SM
MD
LG