Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îraq û Sûrîyê Operasyonên Dijî DAIŞê bi Pêşveçûnan Didomin


Hêzên bijarte yên Îraqî di nav kolanên Mûsilê de, îro Înê dest bi şerê dijî DAIŞ'ê kirin, di heman demê de ku hêzên bi piştgirîya Amerîka li Sûrîyê ber bi Reqa ve pêşve diçin.

Qumandarê Hêza Anti-Terorîzmê ya Îraqî Iji AFP re got ku hêzên wî li du taxên rojhilata Mûsilê pêşve diçin.

Hevdem, hêzên Şîa jî ber bi bajarê Tal Afar ve peşdaçûna xwe didomînin ku rojavayê Mûsilê kontrol dike. Armanca wan ew e ku nehêlin endamên DAIŞ'ê ku ji Mûsilê direvin, xwe bigehînin Sûrîyê.

Oprasyona rizgarkirina Mûsilê niha di hefteya çaran de ye. Tevî ku hêzên Îraqî karîne ku têkevin nav bajêr, fermandarên Îraqî hişyarî didin ku operasyon wê bi mehan bidome.

Ew operasyon di 17'ê Cotmehê de ji sê alîyan destpê kiribû û pêşmerge jî piştgirî didin operasyonê.

Li Sûrîyê jî, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), piştî bahoza sehrayê ku operasyon asteng kiribû, îro careke din dest bi pêşdaçûna ber bi navenda DAIŞ'ê, Reqa ve kir.

Fermandarê HSD'ê Merxas Qamişlo ji AFP re got ku wan du gundên nû rizgar kirine, lê jiber bahoza sehrayî operasyonên wan hêdîtir berdewam dikin.

Nûçegîhanê AFP li qada şer ragihand ku firokên esmanî bi awayekî xurt piştgirî didin şervanên HSD'ê.

XS
SM
MD
LG