Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnera Taybet ya Îraqê ya NY'ê, Trump Ser Vekişîna ji Sûrîyê Hişyar Kir


Nûnera Taybet ya Îraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Jeanine Hennis-Plasschaert, Serokê Amerîka Donald Trump ser biryara vekişîna ji Sûrîyê, hişyar kir.

Plasschaert dîyar kir ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) hîn bi temamî nehatiye qedandin û bo têkbirina wê dem pêdivî ye.

Trump hefteya borî dabû zanîn ku DAIŞ li Sûrîyê hatiye têk birin û wî gotibû ku ewê leşkerên Amerîkî yên li wî welatî vekişînin.

Plasschaert, ku berê Wezîra Berevanî ya Hollanda bû, ji medya Hollanda re ragihand ku tevî ku DAIŞ ji alîyê leşkerî ve hatiye têk birin, ew hîn nehatiye qedandin.

"DAIŞ hîn jî êrîşên xwe didomîne û ’ew ne tiştekî hindik e. Ger rêxistên terorî yên li Sûrîyê xurt bibin, heman kêşe wê li Îraqê jî bidome." Plasschaert got.

XS
SM
MD
LG