Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girjî û Alozîya Navbera Îraqê û Tirkîyê Pirtir Dibe


Taneke Tirk li herêma Duhokê
Taneke Tirk li herêma Duhokê

Berdevkê Koalîsyona navnetewî ya Dijî DAIŞê li Îraqê, Kolonel John Dorrian got ku hebûna artêşa Tirkîyê li Îraqê neqanûnî ye jiber ku hikûmeta Îraqê destûr nedaye leşkerên Tirkîyê.

Serokê Komîsyona Derve ya parlemana Îraqê Abdulbarî Zêbarî jî ji Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka re got ku ew bi tundî li dijî hebûna leşkerên Tirkîyê li Îraqê ne û wan wek hêzeke dagirker dibînin.

Di daxuyanîyeke din de NATO ragihand ku “artêşa Îraqî, hêzên pêşmerge, mîlîşayên xwecîhî, Amerîka û endamên din yên koalîsyonê wê tev li operasyona rizgarkirna Mûsilê bin”, lê behsa Tirkîyê tê de nehate kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmuş bu tundî bersîvdana karbidestên Îraqî da û got ku ew li ser daxwaza Serokê Herêma Kurdistana Îraqê li hêrêmê ne ku di şerê dijîê DAIŞê de alîkarî bidin pêşmergeyan.

XS
SM
MD
LG