Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrên Îraq û Tirkîyê Ser Operasyona Tirkîyê ya Nav Îraqê Axifîn


Abadî û Yildirim

Reuters’ê ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadî û hevtayê wî yê Tirk Bînalî Yildirim bi rêka telefonê ser operasyona Tirkîyê ya derveyê sînorên xwe axifîne.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Hilcivîna Yekîtîya Ewrupa (YE) ya li Bulgarîstanê gotibû ku ‘’Li Sîncarê çi divê emê bikin’’

Reuters’ê da zanîn ku Abadî ji Yildirim re gotiye ku Îraq amade ye ku rê li ber êrîşên Tirkîyê yên nav sînorên xwe bigire.

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) roja Înê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihandibû ku ew hêzên xwe ji herêma Şengalê derdixe, jiber ku ewlekarîya herêmê hatiye misoger kirin.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG