Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq jiber Êrîşên Esmanî Tirkîyê Protesto Dike


Wezareta Derve ya Îraqê îro Înê balyozê Tirkîyê li Bexda gazî kir û jiber êrîşên esmanî yên roja Pêncşemê Tirkîye protesto kir.

Wezareta Derve got ku êrîşên esmanî yên Tirkîyê bi ti awayî nayên pejirandin û Enqerê hem serwerîya wê binpê kir, hem jî ewlehîya hemwelatîyên wê xist xeterê.

“Îraq hemî kiryarên firokên Tirkî şermezar dike, ku qada esmanî ya Îraqê binpê kirin û li bakurê welêt jimareke deveran kirin armanc ku di encamê de hindahîyên can û mal çêbûn,” daxuyanîya Îraqî got.

Tirkîyê ragihandibû ku wê li dijî armancên PKK’ê êrîşên esmanî pêk anîne û li kampên Zap, Xaqurk û Haftanin 8 çekdar hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG