Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Danûstandinên Koalîsyona Leşkerî bi Îraqê re Wê Heya Piştî Hilbijartinên Amerîka Bidomin


Dîmenek hêzên Amerîkî yên li Îraqê Tebax, 2017 (Arşîv)
Dîmenek hêzên Amerîkî yên li Îraqê Tebax, 2017 (Arşîv)

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku danûstandinên ser dawîkirina hebûna hêzên koalîsyona leşkerî ya bi pêşengîya Amerîka li Îraqê wê heya piştî hilbijartinên seroktîya Amerîka yên di Mijdarê de bi encam nebin.

Reutersê ev agahî ji zarê karbidestekî payebilind yê hikûmeta Îraqî ragihand, bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin.

Danûstandinên di navbera Washington û Bexdayê de di Rêbendanê de bi armanca nirxandina koalîsyona leşkerî ya li Îraqê destpê kirin, ku di 2014’an de jibo alîkarîya şerê dijî koma tundrê ya Dewleta Îslamî (DAIŞ)'ê hatbû avakirin.

Danûstandinên vekişînê piştî alozîyên êrîşên çekdarî yên li Îraqê hat, ku girêdayê şerê Îsraîlê bilind bû û hêzên Amerîkî û komên çekdar yên Şîa yên aligirên Îranê êrîşê hevdu kirin.

Ew êrîş bi destpêkirina danûstandinan zêdetirî mehekê rawestîne. Gotûbêjên teknîkî bi rêya komîsyoneke leşkerî ya hevbeş têne rêvebirin.

Gelek siyasetvan vê peyvajoyê wek rêyek bo bidestxistina demê dibînin, da ku Amerîka û Îraq çawanîya têkilîyên xwe yên leşkerî binirxînin.

Serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder el-Ebadî û endamê Çarçoveya Hevsengîya Şîa ya desthilatdar hefteya borî dîyar kir ku Amerîkî vekişîneke tam naxwaze.

" Ev eşkere ye. Herwiha di nav hêzên siyasî li Îraqê de jî, ez daxwazeke tevahî ya destberdana ji Amerîkîyan nabinîm - tevî ku îro hestek heye ku di vê demê de hebûna wan ji çareserîyê zêdetir dibe sedema pirsgirêkan," Ebadî ji rojnamevanan re got.

Komên çekdar yên Şîa yên tundrê daxwaza demûdest vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê dikin. Lê, alîyên nermtir yên Şîa, partîyên Sunnî û yên Kurdistanî xembar in, ku vekişîna hêzên Amerîkî wê bibe sedema valahîya desthilatê.

Li Îraqê niha derdora 2500 hêzên Amerîkî hene. Washington dibêje ku divê erka koalîsyona leşkerî li gor têkbirina DAIŞ’ê ya li Îraqê were nirxandin, lê hevdem balê dikşîne ku danûstandin nayên wateya vekişîna hêzên Amerîkî ji wî welatî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG