Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Xwekujî de Pirtir ji 10 Kes li Îraqê Hatin Kuştin


Wêneya arşîvê ji êrîşa xwekujî ya hefteya borî

Êrîşvanên xwekuj îro Duşemê li dervayê Bexdayê êrîş birin ser leşkerên Îraqî û hêzên paramîlîter û herî kêm 12 kes kuştin.

Yek ji peqînan xaleke ewlehîyê ya li bakurê rojhilata Bexda kir armanc, yeke din jî şervanên hêzeke ser bi hikûmete, ku 30 km dûrî Bexda bûn, kir armanc.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşê bi ser xwe ve negirt, lê çekdarên DAIŞê pir caran êrîşên xwekujî yên dijî hêzên Îraqî pêk tînin.

XS
SM
MD
LG