Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Îraqê de 1 Kes li Bexda Hate Kuştin


Ajansa Reuters radigihîne ku xwepêşanderekî Îraqî ku bûbû armanca gaza îsotê ya hêzên ewlekarîyê, îro Înê jîyana xwe hinda kir.

Jêderên xwecîhî yên Îraqî radigihînin ku di xwepêşandanên nerazîbûnê yên herî dawî de herî kêm 1 kes hate kuştin û pirtir ji 200 kesên din jî birîndar bûn.

Xwenîşandanên nerazîbûnê ku di 1ê Cotmehê de destpê kiribûn, taybetî li bajarên başûrê Îraqê berfireh belav dibin û xwepêşander dijwarîyên aborî, bêkarî û lawazbûna xizmetkarî ji alîyê dewletê ve protesto dikin.

Xwenîşander karbidestên hikûmetê û kom û partîyên sîyasî bi dizî, bertîl û perexwarinê tawanbar dikin û daxwaza guherinên xurt di sîstema sîyasî de dikin.

Tevî ku Îraq endama Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC) ye, gelek Îraqî di asta xizanîyê de dijîn û di warê ava paqij, elektrîk û xizmetên bingehîn yên saxlemîyê de rûbirûyê dijwarîyan dibin.

Serokwezîrê Îraqê Adil Abdulmehdî, di gotara televîzyonî de şava Pêncşemê hişyarî da ku hilweşîna hikûmeta wî dê Îraqê têxe rewişeke hîn xirabtir.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG