Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Cezayê Sêdarekirinê Dide Du Frensiyên Din ên Daişê


Dadgeheke Bexdayê cezayê sêdarekirinê da du Frensiyên din ji bo endamtiya gurûpa terorîst Daişê, dadweran îro Yekşemê ragihand.

Bi van cezayên nû re jimara welatiyên Frensî ku bi tawanbariya endmatiya Daişî têne sêdrekirin, di van du hefteyên borî de, digihe 9 kesan .

Ev herdu kes di nav gurûpeka 12 welatiyên Frensî de bûn ku Hêzên Sûriya Demukrat ew di meha Çelle de radestî Îraqê kiribûn.

Frensa gotibû ku her tiştê dikare wê bike da ku ev gurûp sêdare nebe li Îraqê.

Rêxistina Human Rights Watch vekolerên Îraqê bi karanîna jimarek şêweyên êşkencedanê tawanbar kirin û got, “Frensa û welatên din pêwîst e dadgehkirina bergumanên Daişê radestî sîstemên ne adilane yên welatên din nekin.”

XS
SM
MD
LG