Lînkên eksesibilîtî

Li Herêma Kurdistana Îraqê li ser Birrîna Daran Du Bira Tên Kuştin


Balekayetî

Li navçeya Balekayetî ya Herêma Kurdistan Îraqê, li ser birrîna daran, şer di navbera çar bira û jimarek pêşmergeyên Komela Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê derket holê û di encamê de du birayan jiyana xwe ji dest da û yên din jî birîndar bûn.

Rûdanê bandora xwe da ser xelkê navçeya Balekayetî û wan bi çekan êrîşî bingehên hizbên Kurdên Îranê kir û ew şewitandin, li gor berpirsê komîta Çoman a Yekîtî Niştimanî Kurdistan Luqman Werdî ku ji Dengê Amerîka re ragihand.

Werdî got ew du bira bi neheqî hatin kuştin.

Li aliyekî din berpirsê komisyona Komela Şoreşgerên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê Ebdella Araz ji Dengê Amerîka re got wan hemî hêsankariyek kirin ku yase serwerbe û ew ji çarçoweya yaseyê derneçûn.

Ji bo agahiyên berferhtir, fayla deng veke

XS
SM
MD
LG