Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herêma Kurdistanê Hin Pîvanên Rêgirtina li Vayrusa Korona Derdixe


Piştî belavbûna vayrusa korona li Îranê, hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê hin pîvan danîne ji bo rêgirtina li derbasbûna vayrusê bo Herêmê.

Rêvebirê bajarokê Hajî Omran Ferzeng Ehmed, ji Dengê Amerîka re got niha xala Hajî Omran a sînorî ya di navbera Îranê û Herêmê de heta demeke nediyar hatiye girtin.

Ehmed dibêje welatiyên Herêma Kurdistanê ku serdana Îranê kiribûn û vedigerine herêmê, ew dê 14 rojan di bin çavdêriyê de bimînin.

Wezîrê navxweyî yê hikûmeta Herêmê Rêber Ehmed di konferanseke rojnamevanî de got wan hejmarek pîvan û biryar derxistine ji bo rêgirtina li derbasbûna vayrusê bo Herêmê.

Biryar hatiye dayîn ku xelkê herêma Kurdistanê ku ji Îranê vedigherin, tenê di sê xalan re vegerin, xala Hajî Omran, ya Başmax û ya Perwêz xan.

Hemî sînorên ne fermî yên din dê bêne girtin.

XS
SM
MD
LG