Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Roja Spora Kurdistanê li Duhokê bi Çend Çalakîyan Encam Dide


Duhok Sport

Îro 29ê Gulanê wek roja spora Kurdistanê tê naskirin û di vê rojê da çendîn çalakiyên corbicor li Herêma Kurdistanê tên kirin.

Li parêzgeha Duhokê berîkana siwarbûna Baysikil bo kur û keçan hat encamdan û li parka Newroz, bi beşdarîya hijmarek ji gêncan, yarîya hêzê ya bi Kurdî dibêjnê yarîya dest qirandinê hat kirin.

Li vê dawiyê beşdarîya keça Kurd di bîyavên werzişî da bi rengek berfireh tê dîtin. Eve jî bi pêngavek erênî tê zanîn.

Keçên beşdar dibêjin werziş bo saxlemiya mirovî başe û dixwazin xelkê biyanî bi rêka werzişê wan nas bikin ne tenê bi rêka siyasetê.

Rahênerê yarîa hêzê Cercîs Reşîd bo dengê Amerîka behsa vê yarîyê diket û dibêje ku ev yarîya li cîhanê heye “lê li vê dawîyê hatiye cîhana Erebî û yekem care ez vê yarîyê li Kurdistanê encam didim û xelkek zor heza wan li ser vê yarîyê heye, hêz tête bikaranîn û werzişa hêzêye. Nêzî 300 kesan navên xwe nivêsandine ji bo beşdarî berîkanên Îraq û her cihê din bibin.”

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00


XS
SM
MD
LG