Di demekê de ku biryar e roja Yekşemê papayê Vatîkanê Pope Francis serdana Herêma Kurdistan Îraqê û bajarê Hewlêrê bike, mesîhîyên bajarê Silêmanîyê jî xwe amade dikine ji dîtina wî re û beşdarbûnba di merasîmên ayînî de.
Qeşe Eymen Ezîz Hurmuz, ku qeşeyê kenîseya Mar Yûsif e li bajarê Silêmanîyê, di hevpeyîvînekê de li gel Dengê Amerîka behsa amadekarîyên di vê derabê de kir.
Qeşe Eymen got:
“Papayê Vatîkan yekem mesîhî ye ku mesîhîyên kasolîk û ertodoks û protistant hemî rêz lê digrin û wî wek bavê xwe dibînin.”
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raporta peyamnêrê Dengê Amerîka li Silêmanîyê Rêza Mecîd fayla deng veke.