Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsekî Kurdê Îraqê Dibêje Çi Guhertin di Roja Pilankirî ya Referandumê de Nîne


Hoşyar Zîbarî
Hoşyar Zîbarî

Kurdên Îraqê dê li ser pilana xwe bimînin li dor dema Referanduma serxwebûna Kurdistan Îraqê ku roja 25ê meha Êlkûnê jêre hatiye destnîşankirin, li gor berpirsekî Kurdî radebilind.

Hoşyar Zîbarî, rawêjkarê nêzîk ê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro Şemiyê ji ajansa Rueters re got:

“Roja 25ê Êlûnê wek xwe dimîne, çi guhertin nîne. “

Axaftina Zîbarî hat piştî ku wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson doh Înê di pêwendiyeke telefonî de li gel serokê Herêmê Mesûd Barzanî, daxwaza ragirtina Referandumê kiribû, li gor serokatiya Herêma Kurdistanê.

Wezareta derve ya Amerîka, meha hizêranê xemên xwe derbirîbûn li dor Referandumê û gotibû ew dê bale ji ser xemên sereke bikşîne wek têkbirina çekdarên gurûpa Dewleta Îslamî Daiş.

Serokatiya Herêma Kurdistana Îraqê di daxuyaniyekê de got:

“Li dor mijara ragirtina Referandumê, serok Barzanî diyar kiriye ku xelkê Herêma Kurdistanê pêşbîniya gerantî û alternatîvên ji bo pêşeroja xwe bikin. “

XS
SM
MD
LG