Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Florîda Huşdariya Valakirinê Dide Milyonan Kes Berî Bahoza Irma


Di demekê de ku bahoza Irma ber bi wîlayeta Florîda de diliv e, karbidestên wîlayetê huşdarî da milyonan rûniştvan ku dem êdî teng dibe û divê ew ji malên xwe birevin, piştî ku bahozê bi kêmanî 22 kes li herêma Karîbî kuştin û hilweşandineka karasatî encam da.

Florîda daxwaz ji 5.6 milyon kes kir -ku bêhtirî çaryek ji rûniştvanên wîlayetê ne- da birevin ji ber bahoza ku pêşbîne roja Yekşemê bigihe wir.

Hakimê wîlayetê Rick Scott bahoza Irma wek “bahozeke baresat a ku wîlayetê qet nedîtî “ bi nav kir û got ew ji wîlayeta Florîda berferehtir e.

Scott got:” Dema me teng dibe. Bahoz li gihîştinê ye. “

Hêjayî gotinê ye hefteya borî bahozeka bi hêz bi navê Harvey li wîlayeta Têksasê ziyaneke mezin encam da.

XS
SM
MD
LG