Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerî ye


Îro 3ê Gulanê li seranser cîhanê wekî Roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê tê pîroz kirin.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li sala 1993’an biryar da ku vê rojê pîroz bike da ku balê bikşîne ser azadîya medyayê û rojnamevanên ku ser karê xwe hatine kuştin bibîr bîne.

Bi alîyekî din ve, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên medyayî di Roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê de dibêjin, Buhara Erebî kontrola hin hikûmetan ser rojnamevanan kêm kiriye, lê hin welatên din hene ku zêdegavî li ser medyayê dikin.

Sekretêrê Giştî yê NY Ban Ki Moon, di helkeftineke Roja Cîhanî ya Azadîya Rojnamegerîyê de, li New York’ê got, derketina dengên medyaya nû di cîhana Erebî de di hilweşîna rejîmên otokrat de roleke serekî lihîstiye.

Birêz Ban got, medya civakî, telefonên mobîl û televîzyonên satelaytî alîkarîya mîlyonan kesan kir ku xwe bigehînin demokrasîyê.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor ragihand ku îsal 21 rojnamevan hatine kuştin û êrîşan şermezar kir.

Rêxistina Rojnamevanên Bêsînor, Serokê Sûrîyê Beşar Esed û mîlîtanên Îslamî yên li Somalê wekî binpêkerên herî xirab yên azadîya medyayê binav kirin.

XS
SM
MD
LG