Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqînên li Îraqê de Bêtirî Deh Kes Hatine Kuştin


Di Peqînên li Îraqê de Bêtirî Deh Kes Hatine Kuştin
Di Peqînên li Îraqê de Bêtirî Deh Kes Hatine Kuştin

Karbidestên Îraqî dibêjin, di 2 peqînên cihê yên li bakur û başûrê Îraqê de herî kêm 12 kes hatine kuştin, zêdeyî 10 kesên din jî birîndar bûn.

Di êrîşa kujer ya Duşemê de, otomobîlek kete nav taxa El Şîayan li bajarê Misulê û 9 kes kuştin ku nav de jin û zarok jî hene. Li taxa El Qadir, endamên civaka Şebek dijîn ku beşek ji bawerîya Şîa ne.

Di êrîşa din de, karbidest dibêjin otomobîlek li bajarokê Hilla ya başûr peqî û di encamê de 3 kes hatine kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Tundî û tûjîya li Îraqê , piştî zêdetir bûye piştî ku hêzên Amerîkî meha çûyî ji wî welatî vekêşîyan.

XS
SM
MD
LG