Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Mîlîşayên Îraqî Dest bi Vekişîna ji Balyozxaneya Amerîkî Kir


Ajansa Reuters radigihîne ku piştevanên Heşda Şaabî ya bi piştgirîya Îranê îro Çarşemê dest bi vekişîna ji balyozxaneya Amerîkî ya li Bexda kir.

Rojnamevanê Reutersê ragihand ku piranîya xwepêşandarên li dora balyozxaneyê, piştî banga Heşda Şaabî, ku “peyama wan hate bihîstin”, ji derdora balyozxanê vekişîn.

Girseyên xwepêşander roja Sêşemê rêdeçûnek kiribû û êrîşên esmanî yên Amerîkî protesto kiribûn ku 25 çekdarên Şîa kuştibûn û 55 çekdarên din jî birîndar kiribûn.

Xwepêşanderên Îraqî dirûşmên wek “Mirin ji Amerîka re” bilind kiribûn, kevir avêtibûn avahîya balyozxanê û kamerayên çavdêrîyê şikandibûn.

Washingtonê ragihandibû ku wek bersîvdana kuştina karmendekî Amerîkî li bingeheke leşkerî ya Îraqê, wê ew êrîşên esmanî yên dijî Ketayîb Hîzbulah pêk anîbûn.

Avahîya balyozxaneya Amerîkî, ku mezintirîn balyozxaneya Amerîkî ya li cîhanê ye, li qeraxa Çemê Dîclê ye û li Herêma Kesk ya baş parastî cîh digire û ew avahi piştî rûxandina desthilata Saddam Huseyîn hatibû ava kirin.

Serok Trump Îran bi rêvebirina êrîşên ser balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê sûcdar kiribû û Tehran hişyar kiribû ku ewê berdela kiryar û êrîşên dijî Amerîkîyan bi giranî bide.

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Mark Esper do Sêşemê gotibû ku wan bo parastina balyozxaneya xwe li Bexda 750 hêzên nû şandine Rojhilata Navîn.

Rêberê ruhanî yê Îranê Ayetullah Alî Xameneyî demeke zûtir ya îro êrîşên esmanî yên Amerîkî li Îraqê bi xurtî şermezar kir û jiber tundîya li Îraqê Washington tawanbar kiribû.

Xameneyî bi berdewamî gotibû ku ewê hember ti êrîşan bê deng nemînin û bersîvdaneke xurt nîşan bidin.

XS
SM
MD
LG