Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Xwepêşandanên Berdewam de 4 Kes li Bexda Hatine Kuştin


Ajansa Reutersê ji zarê jêderên ewlekarî û yên saxlemîyê ragihand ku di encama êrîşên polîsan de 4 kes îro Pêncşemê li Bexda hatine kuştin, 48 kesên din jî birîndar bûn.

Jêderan ji ajansê re radigand ku sedema kuştinan guleyên rastîn û gazên rondikrêj in ku yekser serên xwepêşandaran kiribûn armanc.

Polîsan demeke zûtir dîyar kiribû ku xwenîşanderek li nêzî pira Sînik, yekî din jî li pira Ahrar hatibûn kuştin.

2 xwepêşanderên din, ku bi guleyên rastîn û gazên îsotê bi giranî birîndar bûbûn, li nexweşxanê jîyanên xwe ji dest dan.

Xepêşandanên nerazîbûnê yên Îraqê ji 1’ê Cotmehê vir ve li Bexda û bajarên din yên welêt didomin.

Xwepêşander bawer dikin ku ew dijî perexwarî, sextekarî û xizmetên xirab protestoyan li dar dixin û ew bang li hikûmetê dikin ku karvekişîna xwe ragihîne.

XS
SM
MD
LG