Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Darayî yê Îraqê Karvekêşana Xwe Dide


Wezîrê Darayî yê Îraqê Rafaî El Îsawî
Wezîrê Darayî yê Îraqê Rafaî El Îsawî
Wezîrê Darayî yê Îraqê Rafaî El Îsawî îro Înîyê, li parêzgeha Anbar li pêş şenîyeke Sunnîyan karvekêşana xwe da.

El Îsawî got, ew nema dikare bibe pişkekê hikûmetê ku bi giranî Şîa ye û Sunîyên Îraqê davêjê dervayê qada sîyasetê.

Bi alîyekî din ve, karbidestên Îraqî radigihînin ku di encama cotpeqînan de herî kêm 5 kes li wî welatî hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Polîsên Îraqî dibêjin peqîn demeke zûtir ya îro Înîyê li bazreke nêzîkî parêzgeha Dîwanîyah qewimî.

Heta niha ti kes berpirsîya êrîşa li devera bi piranî Şîa bi ser xwe ve negirtîye. Lê, tê zanîn ku vê dawîyê, mîlîtanên Sunnî li seranser welêt gelek êrîşan li dijî Şîayan pêk tînin.
XS
SM
MD
LG