Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Îsraîlê Dibêje Ewê Operasyonên Xwe yên li Xan Yûnisê Bidomîne


Artêşa Îsraîlê îro Duşemeê ragihand ku ewê operasyonên xwe yên li Xan Yûnis ya li başûrê Kenara Rojava bidomîne.

Berdevikê artêşa Îsraîlê Daniel Hagari da zanîn ku hêzên wan heta niha li Xan Yûnisê pirtir ji 2000 çekdarên Filîstînî kuştine.

Hagari dîyar kir ku di operasyonan de ji 4 yekîneyên Hamasê 2 yên li tunelan hatine pûç kirin.

‘’Em êrîşên xwe yên li Xan Yûnisê didomînin. Operasyon jibo têkbirina wan yekîneyên Hamasê yên li herêmê mane didomin.’’

Wî got ku wan di operasyonan de hin navendên ku berê dîl lê hatine girtin jî dîtine.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku wê nekarîye hejmaran piştrast bike.

Hagari da zanîn ku hefteya borî pirtir ji 300 gumanbarên çekdar hatine girtin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG