Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Azadkirina Girtîyên DAIŞê bi Erenîyekê Metirsîdar Peşwazî Dike


Washington hewildana kêmkirina hejmara girtîyên mîlîtanên DAIŞ’ê li zindanên qerebalix yên Sûrîyê bi erenîyekê metirsîdar peşvazî dike, tevî ku bi sêdan alîgirên gruba terorîst tên berdan.

Plana azadkirina kesên ku wekî “ne zêdê” endamên Dewleta Îslamî tên binav kirin, ji alîye Konseya Hêzên Demokratîk ya Sûrî ya bi rêvêbirîya Kurdan û Hêzên Sûrîya Demokratîk ya bi pişgirîya Amerîkayê hat ragihandin.

Heta niha 631 hemwelatîyên Sûrî hatibûn berdan û cezaya girtîgehê yên 253 kesên din ji hatibû nîvî kirin. Karbidestên Kurd dibejin ku di mehên pêş de çaverê ye ku jimarekê din ji werin berdan.

Hejayî gotinêyê ku Amerîka di plana azadkirina wan kesan de berpîs e.

Berdevkekî Wêzerata Dervêyê Amerîka ji Dengê Amerîka re got ku ew vegerîn û tevlîbûna wan kesan li civatê wek însîyatîfeke erenî dibînin.

“Gaveke erenî ye ku kesên ku tev li kiryaren tundî nebûne û kesên ku gefa rîska dîyarkirina hewldanen tundî bo civatên xwe tunene werin berdan.”

Karbidêstê Amerîkî ku jiber hesasîyata wê mijarê navê xwe dîyar nekir, got ku jibo ku ew pêyvajo bi hêsanî bi rê vê biçe, pêraya alîkarîyê jî wê pêkan be.

“Em bi hevkarên xwe yên koalîsyonê amadê ne ku di çarçoveya însîyatîfên aramîyê yên berdewam de piştgirîya civatê bikin”

Berdevkê Wezerata Dervêyê Amerîka her wiha razîbûna xwe bo HSD’ê dîyar kir û got ku ew ne cara yekê yê ku girtîyên DAIŞ’ê tên berdan.

“HSD û rêvêbirên sîvîl bi berpirsî karine ew programan bi rê vê bibin û em peşbînî dikin ku ewê bi wî awayî berdewam bikin.”

Karbidêstên bilind yên Pentagonê ji mêj ve hişyarî didin ku girtîgehên demkî yên bin kontrola HSD’ê bi awayî nikarin werin parastin.

Hîjayî bîrxistinê ye ku li nav wan girtigêhên demkî 10.000 hezar girtîyên mîlîtan yên DAIŞê hene ku 2.000 ji wan bîyanî ne.

XS
SM
MD
LG