Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên DAIŞ’ê Êrîşên Xwe li Sûrîyê Zêde Dikin


Nexşeya Sûrîyê.
Nexşeya Sûrîyê.

Çekdarên girêdayî rêxistina DAIŞ ya terorîst êrîşên xwe vê dawîyê li deverên rojhilat û herêmên navîn ya Sûrîyê zêde kirine.

Do Duşemê bi kêmî du leşkerên artêşa Sûrîyê li nêzîk bajarokê Tedmurê di êrîşeke DAIŞ de hatin kuştin, li gor ku ajansa North Press ragihand.

Di êrîşa ser xaleke kontrolê de, çekdarên DAIŞ’ê ala Sûrî danîbû ser otomobîleke leşkerî ku ji rejîma Sûrî hatibû dizîn, da ku leşkerên ser xalê bixapînin.

Du rojan berê wê êrîşê jî, çekdarên DAIŞ’ê du êrîşên cuda biribûn ser hêzên hikûmeta Sûrî û mîlîşyayên ser bi Îranê ve. Di encama wan êrîşan de jî, bi kêmî heft kes hatibûn kuştin.

Tevî ku DAIŞ nema ti deveran li Sûrîye û Îraqê kontrol dike, lê ev koma tundrê hîn jî êrîşên kujer li her du welatan pêk tîne.

Li Sûrîyê, DAIŞ bi awayekî berçav li devera beyabanê ku bi navê Badîya tê zanîn, çalak e. Hêzên rejîmê û mîlîşyayên ser bi Rûsya û Îranê ve wê deverê kontrol dikin.

Ji destpêka şerê Sûrîyê li sala 2011’an ve, Îran û Rûsya piştgirîya hikûmeta Serok Beşar el Esed dikin.

“Devera Badîyayê niha cihekî pir balkêş e li Sûrîyê, jiber ku ew deverên rejîmê bi deverên jêr destên komên ser bi Tirkîyê ve girê dide,” Ramî Ebdulrahman, rêvebirê Çavdêrîya Sûrî jibo Mafên Mirov (SOHR), ji Dengê Amerîka re got.

Ebdulrahman da zanîn ku “ev yek rê dide çekdarên DAIŞ’ê ku bi azadî di navbera her du deveran de tev bigerin û heta radeyekê xwe ji êrîşên esmanî yên Rûsyayê biparêzin.”

Çavdêrîya Sûrî roja Duşemê ragihand ku firokên şer yên Rûsyayê bi kêmî 15 êrîşên esmanî li dijî veşartgehên DAIŞ’ê li naverasta Sûrîyê pêk anîn.

Omer Ebû Leyla, berpirsê malpera Deir Ezzor 24, dibêje du egerên zêdebûna asta êrîşên DAIŞ yên vê dawîyê hene.

“Ya yekê ew e ku DAIŞ hewil dide moralên çekdarên xwe bilind bike û ji piştevanên xwe re nîşan bide ku ew hîn dikare êrîşên kujer li dijî hêzên din pêk bîne. Egera din jî ew ku çekdarên DAIŞê dixwazin xeta leşkerî ya ku Îraqê bi deverên din li rojavaya Sûrîyê girê dide ji bin kontrola hêzên Îranî derxîne,” Ebû Leyla ji Dengê Amerîka re got.

Şaneyên DAIŞê herwiha li hinek deverên jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) çalak in, bi taybet jî li Dêrezorê.

HSD do Duşemê got ku di Cotmehê de wan bi piştgirîya koalisyona bi serkêşîya Amerîka 12 operasyonên dijî DAIŞê pêk anîn. Di wan operasyonan de 51 bergumanên DAIŞê hatine girtin.

Koalîsyona navnetewî îro Sêşemê li ser Twitter’ê got ku “ev operasyonên hevbeş pêgirtina me ya hevbeş wekî du hevpar nîşan dide da ku em pêşî li ber hebûna DAIŞ li bakur û rojhilata Sûrîyê bigirin.”

XS
SM
MD
LG