Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Jinên Alîgirên Daişê Dixwazin Vegerin Welatê Xwe Frensa


Sê jinên Firensî yên ku ji kampeka girtiyên Daişê reviyabûn, dixwazin vegerin welatê xwe û rûbirûyî her kiryareke yasyaî ya Frensa li dijî wan bibin, bi sedema tevlêbûna wan a gurûpa terorîst Daişê.

Hersê jinên ku hevpeyvîn bi wan re bibûn li bajarokê Silûk ê bakurê rojhilatê Sûriyê, ku niha di bin destê serildêrên alîgirên Tirkiyê de ye, got ew di dema operasyona Tirkiyê de meha borî ji kampa xwe reviyabûn û xwe radestî hêzên Tirkiyê kir, bi hêviya ku ew vegerin welatê xwe.

Jinên ku nexwest navên xwe bêjin, got ew amade ne herin Frensa ji bo zarokên xwe û got ku rewşa kampa Eyn Îsa ya di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat de ye, her diçe xerabtir dibe.

Jinan behsa jiyana xwe ya berî girtinê nekir, lê bawer e ew hejînin çekdarên Daişê bûne.

Frensa dibêje welatiyên wan ên ku tevlî gurûpa Daişê bûyî, divê li cihê lê hatinî girtin bêne dadgehkirin.

Tirkiyê dibêje ew ê girtiyên Daişê bişîne welatên wan, herçendî welatîbûna wan ji aliyê welatên wan ve hatibe redkirin jî.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG